Şervanên YPG U QSD: Cewhera şerê me ya çandî û exleqî YPJ ye

Êrîşên ku li ser Rojava yê Kurdistan’ê hate kirin yê ku parastina nirxên civakê kir; keç û xortên kûrdistanê bû. Bi zor û zahmetî yan re, di şer û rêxistinkirina jiyanê da YPG û YPJ ê bihevra serkeftin destxistin. Bi destpêkirina şerê rumetê ve heta roja me ya îro şopdarên heqîqetê şerê parastinê gihandin, şerê heviya rizgarkirina gelên cîhanê. Ew yek cewherê xwe ji YPJ digre bi xeta îdolojîk polîtîk, exleqî û estetîk ve bi wate dike, jiyaneke nû avadike. Di pêşengtiya YPJ ê ve hîn zêdetir nêzî azadiyê bûn. Xorten ku di nav YPG û QSD de cîh digrin çavkaniya hewldana xwe ya wekhevî û azadiyê di peşengtiya jinê da dibînin. Ev yek wan bigîhîne jiyaneke bi wate û heqiqetê. Herî dawî di pêngava Reqqa yê da gelên ku bi saya YPG û YPJ azad bûn berê xwe dan vî heqîqetê. Keç û xortên vê welatê Di pêngava rizgvarkirina reqqa ye da cıhê xwe di nava rêya azadiyê da digrin. Xortên ku bi YPJ re di çeperê şer de cîh digrin tecrûbeyên xwe bi hevra parve dikin. Weke YPG û YPJ şerê rumetê dayîn hêzek mezin ava dike. =>
Back to Top