Xebatn Navenda Ragihandina YPG li Reqqay

Şervan û xebatkarên Navenda Ragihandina YPG li eniyên pêngava rizgarkirina Reqqayê bi çek û kamêrayên xwe li ser şopa Ragihandina Azad ji bo nîşandana rastiyê têkoşîn dikin. Navenda Ragihanina YPG pêşveçûnên leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji nêzîk ve dişopîne, di oxira vê erka pîroz de ji 2014’an ve heta îro hejmarek ji endamên navendê gihiştine şehadetê. Navenda Ragihandina YPG çîroka jiyan û şerê şervanên Kurd, Ereb, Asûrî û Enternasyonal bi çend zimanên cûda vedibêje. Li kêleka xebatên xwe yên leşkerî, Navenda Ragihandina YPG herwiha hewl dide astengiyên li beramber welatiyên ku ji destê zilm û terorê rizgar dibin bi amûrê xwe yê ragihandinî û çapemeniyê bigihîne cîhanê û bibe dengek ji bo kesên ku hatine bêdengkirin. YPG PRESS OFFICE
Back to Top