Serêkaniyê û Avaşîn

Serêkaniyê û Avaşîn Çeng û bask û niklê ko Çep û rast, pîçê Tirko Tirko wa çû Berlînê Da jehrê bi xwe re bînê Da jehrê bi xwe re bînê Bavê beriya Mêrdînê Mêrdînê bi deşt û çiya Tirkê li pişta Gêsiya Gaz avêtin nav giya Li Serêkaniyê û Avaşîn Jehra ji Berlînê anîn Avêtin ser canmerdan Werxelê bi zare Doqmaqê serê contirkan Nifşekî hare Hedara neyaran tune ----2----- De bes bike qitqitko Nema lîs û mottiko Ka dûvikê tev nedo Bela zariya li xwe nedo Pêşilka sisto visto Ji me kewê bi qebqebo Li we dîsa gavrevo Me’naşa deq û ’in e Tirko yê jêr û bin e Wek sergoyê repin e Em Kurd in, taca cîhanê Serî nadin bêjiyo Ew sêwlekê li Enqerê Hatî bazara berê Bi hêsirê çavê can-Kurda Bi guliyên van keç-merda Sonda zeriya por kezî Tê li nav xwînê bigevizî Dewleta Tirk çekên kîmyewî li hemberî çiya û bajarên Kurdistanê, li hemberî şervan û gelê Kurdistanê, bikar tîne. Hemû cîhan jî xwe kor kerr kiriye ... •Facebook• •Twitter• •instagram• •Telegram• All rights reserved ( Hunergeha Welat ) © 2022
Back to Top