Awazê Çiya - Ev Der Heftanîn e

Awazê Çiya - Ev Der Heftanîn e Stran û klîpa nû ya Awazê Çiya: Ev Der Heftanîn E Koma #AwazêÇiya ev berhema xwe ya nû diyarî gelê #Heftanîn û #Şêladizê, û gerîlayên Azadiyê #Kurdistan ku li hember êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin. Di vê klîpê ku cara yekem em li vir ser malpera #MedMuzîk diweşînin, dîmenên sala dawî yên şervanên azadiyê, gerîlayan, ku havîn zivistan bê navber li hember dagirkeriya dewleta Tirk destanên berxwedanê nivîsandin hene. Her wiha dîmenên serhildana gelên Şêladizê, Kobanê û başûrê Kurdistanê jî cihê xwe hene. Ev Der Heftanîn E Em xwedanên vê erdê ne Siwariyên vê cengê ne Zarên li navsera çiyê ne Ey kelha evîndara Xemla te ji pelkê dara Singa te ji bêndera gela Şax sîbera gerîla Neyar ti car nabe yar Li me Kurda ye bazar Dagir dike ax û war Rabe Kurdo bi hawar Palevan werne palê Biçinin berhema salê Zebaniyên li deriyê malê Têk bibin bi yek carê Gotin, awaz û aranje: Awazê Çiya Video Klîp: Sîne Çiya Hunergeha şehîd Zerdeşt Akademiya şehîd Sefqan 2020
Back to Top