LI SEMSÛRÊ ÇANDINA TÛTİNÊ DEST PÊ KIR

Li Semsûrê bi hatina biharê re welatiyan dest bi çandina tûtinê kir. Cotkar û karkeran bal kişandin ser krîza aborî û astengiyên li ber tûtinê û gotin ku hatine wê astê ku êdî nikarin debara xwe bikin. Semsûr ku bandoreke mezin ji erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê girt, çendî zêdetirî 3 meh di ser erdhejêr e derbas bûne hê jî di bin bandora erdhejê de ye. Lê tevî vê yekê jî welatî hewl didin ku jiyana xwe ji nû ve ava bikin û ji bo vê yekê jî dest bi kar, xebat û çandiniye dikin. Li Semsûrê ku piraniya welatiyên debara xwe bi tûtinê dikin, bi hatina biharê re tovên tûtinê hatin reşandin. Lê ji ber bihabûnê û qedexeyên li ser tûtinê cotkarên tûtinê jî zor û zehmetiyê dikişînin. Em têkildarî mijarê li gundên Semsûrê bi cotkran re axivîn. Hem xwediyên zeviyan hem jî karkerên bi rojane dixebitin diyar kirin ku ji ber bihabûnê êdî nikarin debara xwe bikin. DAHA FAZLA BİLGİ İÇİN: Ajansımızla dayanışmanızı göstermek için linke tıklayarak KATIL’abilirsiniz: ➤ YouTube kanalımıza abone olmayı unutmayın! ABONE OLMAK İÇİN: RESMİ WEB SİTESİMİZ: ➤ MEZOPOTAMYA AJANSI’NI TAKİP EDİN SANAL MEDYA HESAPLARIMIZ: Twitter: ➤Türkçe: ➤Kürtçe: ➤İngilizce: Instagram: ➤Türkçe: ➤ Kürtçe: ➤Tiktok: @mezopotamyaajansi?lang=tr-TR ➤Telegram: ➤Facebook:
Back to Top