Ditirsim, Omitê Mistefê

Ditirsim Ditirsim ku gotin ji mebestê spîltax derbas bibe û ez dilê te bişkênim an jî kenê te birîndar bikim; gava lê vegerim an jî bêriyê bikim, wî kenî û wî dilî êdî nebînim. Ditirsim ku raman li navendê biçikile û ez pirtepirta dilê te nebihîzim an jî bi hestên te re nefirim; lê gava hişyar bim û ber bi te hilbaskî ewran bim, dibe ku qudûmşkestî bim û derman nemîne di baskên min de. Ditirsim ku kirtim kirtim te bi qasî zimanê kurdî hez bikim; ji ber ku zimanê kurdî: -her wekî min û te- dişibihe herka Ferêt û azweriya Dijleyê; di hembêzan de Kerbela û Necef dixijikin zeryayê û di dilan de meqameke hisênî dilorinîn ser cefayê. Ditirsim û dizanim ku “Tirs gunehê herî mezin e.” digot Pîr Heyderî; lê dîsan jî ditirsim ku tirsonek an jî bêtirs bim, ji ber ku cîranên axmaxiyê ne her du jî. Her wiha ez bi evînê aliyame di nîveka dilê te de û bi kenê te baniyame pêkvejiyanê; îcar tu çima bûyî ruhê nav cendekê min? Ditirsim ku bersiva te jî evîn û kebîn be, roja ketin û rabûnê her li kêleka min bî û berî min derbazî berzexê bî da ku bihuştê amade bikî roja sûr û siratê dema wê hêwirzeya mexlûqatê.
Back to Top