Gundê Çinêra

Ev der gundê Apê Pîr Hemê ye; li van deran her kes wisa bi navdike gundê Çinêra yê. Çinêra girêdayî navenda Êlihê ye. Ji Êlihê 15 kîlomêtreyan dûr e. Dikeve alî rojhilatê başûr, herema Xendeq ê. Gundekî dîrokî û kewnar e. Li gorî salix dayîna, demên berê Pîr Hêsinçinêrî ji Zêwa Mîra hatiye vir û gundê Çinêra avakiriye. Avahi di zikê girekî de, bi kerpîçan, ber bi roj û bi pergalî hatine çêkirin. ‘Erdnîgarî qeder e’ ew çi dijî, mirov jî wê dijî. Azat be mirov jî azad e, bindest be mirov jî bindest, tenê be mirov jî tenê ye. Ji ber wê ye ku çîroka gundê Çinêra, di heman demêde çîroka Apê Pîr Hemê ye. Li gund xêncî wî tu kes nemaye. Ew û ew e. Serê salên nodî qasî sed kes li gund dijî. Lê mixabin xizanî û pêkutiyê ew ji cih û warên wan kirine û Almanya bûye welatê wan ê duyemîn. Erê di van salên dawîn de, hin kesan hatine û li gund avahî jî çêkirine, lê ew bi tenê, çend rojên bihar û havînê dimînin û diçin, peyre Apê Pîr Hemê bi xewn û xeyal û serpêhatiyên gundê Çinêrê re bi tena serê xwe dimîne.
Back to Top