Sibeh Ron Bû

Sibeh Ron Bû Stiranbêj û aranje : Hunermendên Rusyayê (bajar Novosîbîrsk) Sibeh ron bû, ro bilind bû, Rihsipî û serek top bûn. Şêwir dikirin, nemamtî kirin, Çawa ku Îsa bigirin. Negirîn dayîkno, nezarin xûşkno! Hêstiran hûn nebarînin. Va Ez diçim Orşelîmê, Bibim qurban seva dinê. Çiqas bê xofin, çiqas bê tirsin, Xwîna bêsûc dirêjînin. Zulmê dikin û şa dibin, Qetilê ser xweda tînin. Zulmê dikin û şa dibin, Qet sawê jî nakişînin. Negirîn hevalno, nezarin xûşkno! Ez diçim bibim qurban, Ku xilas kim we ji kul û derdan, We xilas kim ji xezebê, Ku wê bê serê vê dinyayê Negirîn dayîkno, nezarin xûşkno! Hêstiran hûn nebarînin. Va Ez diçim Orşelîmê, Bibim qurban seva dinê. Aûdîo ©Bê destûr kopî kirin qedexe ye. Têkilî ochve52@
Back to Top