Bengin qamislo

Qamişlo Ax û êşa te maç dikim Li tekiya eşqê silav dikim Ger te bi kêra pêça bin Dîsa ez te himêz dikim Dûrim ez lê tu ma di dil de Ketiye xwînê çawa bikim Tu pitika ser zimanê kul Ritma rawan û dengê dil Ji êşa her kesî dinalî Dêm ziwa bû çav mane şil Çi şermok e û xalxalok e Çi xweş ware kirine kavil Cotê şêra bi rê kirin Ji bo welat gorî kirin Tola Amûdê û Kobanê Ji devxwîna xweş rakirin Çi nazdar e ken bihar e Şarê vînê bi nav kirin Helbest Kerîmo Gotin û Awaz Bengîn Montaj û Derhêner Zubêr Salih
Back to Top